• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji Başûr karwaneke alîkariyê bo Rojava hat şandin

Gulan Media November 24, 2019 Nûçe
Ji Başûr karwaneke alîkariyê bo Rojava hat şandin
ev karwana han di çarçoveya kempîna hevkarî kirina başûr bo rojavayê hatiye şandin
Karwana alîkariyê ya xelkê Başûrê Kurdistanê ku ji 22 barhilgiran pêk dihat bi ser deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Li gor nûçeyeke peyamakurd alîkariyên di çarçoveya kampanyaya "Em hemû Rojava ne" de ku ji aliyê şêniyên bajarê Silêmaniyê û navçeyên wê, şirketên hikûmeta Kurdistanê û sivîl ên Başûrê Kurdistanê ve hatibûn berhevkirin ji bo koçberên Girê Spî û Serêkaniyê hatin şandin.

Di çarçoveya kampanyaya berdewam a alîkariyê de 22 TIRên kelûpel û pêdawîstiyan di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Top