Pêns: Peywendîya Emerîka û gelê Kurd di nav agirên cengan de durist bûye
Pêns li gel xanima xwe , xanima dûyema Emerîkayê, di seredana xwe de tenê li dû cihan rawesta. Seredana serbazên Emerîkayê kir li bingeha asmanîya Eyîn Esed li bakûra rojavaya Bexdayê û li wie jî, bi rê ya telefonê ve, peywendî bi Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê kir.
Dûv re cêgirê serokê Emerîkayê gehişte Hewlêrê û li gel Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê civîya.
Di tiwîtekê de, Pêns nivîsîye: Bi navê serok Tiramp me tekez li ser peywendîyên bihêzên di navbera Emerîka û gelê Kurd kir ku di nav agirên cengan de durist bûye.
Bi sedema hêrişa Tirkiya bo ser Rojavaya Kurdistanê, pişkek ji sîyasetvan û sînatorên Emerîkayê rexne li Donald Tiramp giritin ku pişta xwe kirîye Kurd li deverê, lê Pêns di seredan xwe de dilnîyayî daye serkirdeyên Kurd.
Basnews
