Kompanya Lêkolînan a MAKê: Hilbijartina pêşwext Mijdara 2020ê tê kirin
Xwediyê Kompanya Lêkolînan a MAKê Mehmet Ali Kulat ji medya Tirkiyê re axifî û got: "Li Enqerê keş û hewaya sar destpê kir. Lê di siyasetê de jî nêveng germ dibe. Ji xwe ev rewş, rewşek bû ku em li bendê bûn. Li Enqerê ji bo hilbijartina pêşwext behsa Mijdara 2020an tê kirin."
Kulat bal kişand ser wê yekê ku divê ji bo hilbijartina pêşwext Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bixwaze û got: "Di warê matematîkî de li gor daneyên parlamentoyê divê serokomar vê yekê bixwaze. Wiha tê gotin ku AK Partî dê guhê xwe bide qadê û piştre biryara xwe bide."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû ku ji hilbijartina pêşwext re amade ne. ÎYÎ Partiyê jî dabû xuyakirin ku ji bo vegerin sîstema parlamenteriyê divê hilbijartina pêşwext bê kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Seadetê jî gotibû, herî dereng di hundirê du salan de dibe hilbijartina pêşwext were kirin. Lê Serokê Giştî yê MHPê bal kişandibû ser wê yekê ku divê hilbijartin di dema xwe de wate Hezîrana 2023ê bê kirin.
Rudaw
