• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sûriye: Tirkiye axa me dagîr dike

Gulan Media November 24, 2019 Nûçe
Sûriye: Tirkiye axa me dagîr dike
dibêje gelek welatiyên Sûrî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin
Nunerê hertimî yê Sûriyeyê yê li Netewên Yekgirtî Beşar Ceferî derbarê operasiyon û êrîşên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûrê Sûriyeyê ragihand ku armanca Tirkiyeyê ji wan êrîş û operasiyonan dagîr kirina axa Sûriyeyê ye.

Ceferî herwiha eşkere kirk u Tirkiye û cîhadiyên hevpeymanên vê bi êrîşên xwe axa Sûriyeyê dagîr kirine, hijmareke gelek zêde welatiyên Sûriyeyê kuştine.

Ceferî anî ziman ku Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bi êrîş û zordariyên xwe zêdetir ji 180 hezar welatiyên Sûrî aware kirine.

Top