• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pence: Şerefeke mezin e ku min li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dîtiye

Gulan Media November 24, 2019 Nûçe
Pence: Şerefeke mezin e ku min li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dîtiye
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ragihand ku wî bi navê Serokê Amerîkayê Donlad Trump pêwendiya bihêz a Amerîka û gelê Kurd li navçeyê dupat kir. Mike Pence herwiha dibêje wî bi şerefeke mezin li Hewlêrê Serok Barzanî dîtiye.

Piştî ku Cîgirê Serokê Amerîka, Mike Pence ji Hewlêrê vegera, derbarê serdana xwe de twittek avêt.

Mayk Pence dibêje şerefeke mezin e ku wî li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dîtiye.

Pence herweha di Twitta xwe de nivîsiye, wî bi navê Donald Trump, pêwendî û hevpeymaniya bihêz a Amerîka li gel gelê Kurd li navçeyê dupat kir.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, îro Şemiyê (23.11.2019) bêyî ku serdana Bexda bike, serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Waar.tv
Top