Hejmareke din ji xwenîşanderan hatin kuştin û Ehlulheq Emerîka û Îsrayîlê tawanbar dike..
Xwnîşandan li Bexdaû çend bajareke din berdewame û daxwaza xwenîşandana Milyonî jî dihêt kirin. Hevdem li nasirîye xwenîşandanên berfireh hatin encamdan û bi sedma gaza hêsiran ku raserast arasteya xwenîşanderan dihat kirin, sê kes hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.
Li Bexda jî, xwenîşanderek hate kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.
Pêls dûyema xwenîşandanan mehek burandû heya niha daxwaza herifandina hikumetê û helweşandina perlemanê û dûrkevtina tevaya partên sîyasî dikin.
Ji alîyê xwe ve, Qeys Xezelî, emîndarê giştîyê Esayîb Ehlulheq, Emerîka û Îsrayîl bi kuştina xwenîşanderan tuhemetbar dike û dibêje, ev dû welat e roleke aşkera hene li kuştina xelkê nerazîyê Îraqê.
Ev di demekê de ye, pişkek ji xwenîşanderan û mêdyayan çekdarên mîlîşyayan tuhmetbar dikin bi kuştina xwenîşanderan.
K24
