EFRÎN – Li Bilbilê çekdaran bac li ser gundiyan ferz kirin
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Encûmena Xwecihî ya Bilbilê bac li ser nişteciyên hersê gundên Qota, Xelîlaka û Berkaşê ferz kiriye.
Li ser her gundiyekî 9000 lîreyên Sûrî baca av û elektirîkê hatiye ferzkirin ku divê her welatiyek mehane 3000 lîre ji bo 3ê mehan bide.
Rêxistina navborî aşkere dike ku saziyeke mirovî xerciya dabînkirina elektirîk û avê dide, lê bi sedema gendelî û diziya grûpên çekdar amûrên wêzgeha elektirîkê ji kar dikevin û encûmen baca çakkirina wan ji welatiyan distîne.
Rudaw
