Henry Kissinger: Şerekî ji şerê cîhanê yê yekem metirsîdartir di rê de ye
Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger (Salên 1973 – 1977) di semînerekî li Amerîkayê de ragehand, divê bi giringî ve peyvendiyên aborî yên Çîn û Amerîkayê bê nêrandin û ji aliyê siyasî ve hewla çareseriya pirsgirêkan bê dayîn.
Henry Kissinger dibêje naha şerekî sar di navbera welatê wan û Çînê de heye û pêwîst jî dît ku berpirsên her du welatan bi guftûgo pirsgirêkan çareser bikin.
Siyasetmedarê Amerîkayî hişyarî da ku ew şerê ser dê wegere şerekî germ ê mezin û ragehand, di egera derketina wî şerî de, wê demê cîhan dê rastî karesatekî mezintir ji şerê cîhanî yê yekem bê, ji ber her du welat xwedî çekên bihêz in.
Şerê cîhanê yê yekem roja 28.07.1914ê destpê kir û heta 11.11.1918ê berdewam bû, ku di wî şerî de zêdetir ji 38 milyon û 880 hezar leşker hatin kuştin, birîndar bûn û winda bûn.
Basnews
