Li Girê Spî teqîn: Herî kêm 10 kuştî, 21 birîndar
Li gor zanyariyên berdest li herêma pîşezasiyê ya bajarê Girê Spî, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
Herwiha di encama wê teqînê de li gor zanyariyên destpêkê herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dane û 21 kes jî birîndar bûne.
Birîndarên wê teqînê ji bo nexweşaneya navçeya Kahniya Xezalan a li Bakurê Kurdistanê hatine veguhastin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê wê teqînê de daxuyaniyek belav kir. Li gor wê daxuyaniyê di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 20 kes birîndar bûne.
Di wê daxuyaniyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, YPG bi encamdana wê teqînê tohmetbar kiriye.
Lêbelê heta niha ti aliyan ew teqîn li xwe negirtine.
Bajarê Girê Spî di encama êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê ku 9ê Cotmehê destpêkiribû li gel bajarê Serokê Kaniyê, ketibû destê Tirkiyê û grûpên çekdar.
Rudaw
