• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîrê Holandayê: Em neçar in DAIŞiyan werbigirin

Gulan Media November 23, 2019 Nûçe
Serokwezîrê Holandayê: Em neçar in DAIŞiyan werbigirin
Serokwezîrê Holandayê ragihand ku ew neçar in çekdarên DAIŞê yên girtî werbigirin.

Serokwezîrê Holandayê, Mark Rutte, derbarê vegerandina zarokên çekdarên DAIŞê yên hemwelatiyên wî welatî, piştî civîna Encûmena Wezîran a wî welatî, konferanseke rojnamevaniyê saz kir.

Mark Rutte diyar kir ku ew alîgirê wê yekê ye ku çekdarên DAIŞê li wan cihên ku li hatine girtin bên dadgehkirin û got, “Eger li Tirkiyê an jî li Hewlêrê, ew çekdarên DAIŞê serî li nûnertiyên me bidin , em neçar in ku wan werbigirin. Vê hefteyê ev yek pêk hat ji xwe.”

Serokwezîrê Holandayê rewşa zarokên çekdarên DAIŞê weke ‘metirsîdar’ bi nav kir û got, “Lêbelê dema ew jî mezin bûn dibe bibin cihê metirsiyê. Ez ne behsa pitikên 1-2 salî, behsa zarokên temen mezintir dikim. Malbatên van zarokan bo piştevaniya terorê çûn herêmên metirsîdar û ev zarok neçar kirin ku di wê rewşê de bimînin. Ev berpirsyariya wan e, ne ya min e. Ne min ew zarok şandin Sûriyê.”

Mark Rutte, dibêje ew derbarê vê mijarê de li gel welatên din ên Ewropayê di peywendiyê de ne û çaverê dikin ka ew welat dê nexşerêyeke çawa danin ber xwe.

Ev daxuyaniyên Mark Rutte di demekê de de ne ku roja 11 Mijdarê, Dadgeha Laheyê li Holandayê, biryar dabû ku pêwîst e hikûmeta wî welatî ji bo vegerandina zarokên DAIŞê yên li kampên li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe bileztir bike.

Lêbelê Dadgeha Bilind a Holandayê, ev yek red kiribû û aşkere kiribû, ti neçariyeke hikûmetê di vê mijarê de nîne û ragihandibû ku divê hikûmet biryarê derbarê vegerandina endamên DAIŞê de bide, ne ku dadgeh.

Rudaw
Top