Birîtanîyayê hejmareke zaroyên bê bav ên daişê vegerandin welat
Berê Birîtanîya ragehandibû, ku wê nîyaz nîne wan zaroyan vegerîne, ewên li gel dayîk û bavên xwe bi Daişê re bûne.
Mêdya Birîtanîyayê û hejmareke rêkxistîyên mirovî aşkera kirîne, ku Birîtanîyayê hejmarek ji wan zaroyan vegeranîne, ewên bêkes mane û nijadnameya Birîtaniyayê hene.
Wezîrê derveyê Birîtanîyayê ragehand jî: Pêwîste ev welat, zaroyên bê tawan ên Daişê ji seqaya şer dûr bixe.
Got jî: Me sanahîyên vegerandinê bo wan zaroyan kirîne û ev jî rêya raste ku pêdivî bû me encam daba.
K24
