• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Emerîkayê daxwaza wêne û vîdyoyan ji xwenîşanderên Îranê dike

Gulan Media November 22, 2019 Nûçe
Wezîrê derve yê Emerîkayê daxwaza wêne û vîdyoyan ji xwenîşanderên Îranê dike
Wezîrê derve yê Emerîkayê daxwaz ji Îranîyan dike wêne û vîdyo yên pêşlkarîyên desthelatdarên welatê xwe dijî xwenîşanderan ji wan re bişînin.

Mayîk Pomêw, wezîrê derve yê Emerîkayê di Tiwîtekê de tekez dike ku Waşitun bi sedema pêşêlkarîyên beranber bi xwenîşanderan sizayan bi ser desthelatdarên Îranê re disepîne û daxwaz ji Îranîyan dike wêne, vîdyo yên dîmenan û zanyarîyên girêdayî bi pêşêlkarîyên desthelatdarên Îranê ji wan re bişînin.

Ji roja Heynîya burî ve, xwenîşandan li bajarên Îran û Rojhelata Kurdistanê berdewame û desthelatdarên Îranê jî ji bo ku xwenîşandan teşene nekin tevaya xîça Internêtê pirçandîne.

Li gor datayên rêkxistîya Emnîstî, 106 xwenîşander di dema sê rojan de li Îranê hatîne kuştin, lê hikumeta Îranê evê nûçeyê red dike.

K24
Top