Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî naveroka peyamê waha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovaniya xwe û hedarê bide hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
22.11.2019
