• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sergey Lavrov: Tirkiyê garantî da ku cardin êrişî bakûrê Sûriyê nake

Gulan Media November 20, 2019 Nûçe
Sergey Lavrov: Tirkiyê garantî da ku cardin êrişî bakûrê Sûriyê nake
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, mafê Kurd bi riya destûra Sûriyê re, dê mîna tevahiya pêkhateyên din yên Sûriyê bê parastin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Behrênê, di bersiva pirseke Kurdistan24ê de ragihand, Mosko bi aliyên Kurdî yên Sûriyê re li ser paşeroja Sûriyê di guftûgoyan de ye.

Li ser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî, Lavrov got: Serokê Sûriyê Beşar Esed û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ji rêkeftina Rûsya û Tirkiyê razî ne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê her wiha got: Baweriya me bi mafên Kurd û mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê heye. Mafên Kurd bi riya Şamê re tê diyarkirin.

Lavrov diyar kir jî: Şêrê di navbera HSD û artêşa Sûriyê de, dê di berjewendiya Amerîka de be.

Bi gotina Lavrov, HSD bi kûrahiya 30 km ji hejmarek ji navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re vekişiyaye û HSD piştevaniyê li wê rêkeftinê dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, guhartina helwesta Amerîka di dema dawî de, bandor li HSDê kiriye û hejmarek ji serkirdeyên HSDê hene, pişta xwe bi Amerîka ve girê didin, ev jî ne di berjewendiya wan de ye.

Sergey Lavrov li ser gefên Tirkiyê yên bo destpêkirina operasiyonek din li dijî Rojava jî ragihand, berpirsên Tirkiyê garantî dane ku pilana wan ya operasiyoneke din nîne.

Basnews
Top