• Wednesday, 11 February 2026
logo

PENTAGON: Dahata neftê wê ji bo HSDê be

Gulan Media November 20, 2019 Nûçe
PENTAGON: Dahata neftê wê ji bo HSDê be
Berdevkê Wezareta Berevaniya ya Amerîkayê, Jonathan Hoffmanî eşkere kir ku pereyên ji nefta Rojavayê Kurdistanê dê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) were terxankirin.

Jonathan Hoffman îro roja çarşemê 20-11- 2019an aşkere kir ew dê dahatê neftê bidin HSDê. Li aliyê din Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper jî beriya bi demekê aşkere kiribû ku ew ê nehêlin bîrên nefte li Rojavayê Kurdistanê têkevin destên hêzên biyanî û wê ew bîrên nefte di bin kontrola wan û HSDê da bin. Herwiha wê dahata neftê jî bidin HSDê.

Bi taybetî li derdora Dêrazorê bîrên petrolê hene. Ew der sala 2017ê ji destê DAIŞê hatiye derêxistin û di bin kontrola hêzên kurdan de ye.

Basnews
Top