• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hesen Şerefî: 32 kes li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne

Gulan Media November 19, 2019 Nûçe
Hesen Şerefî: 32 kes li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne
Cîgirê Giştî yê Serokê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Hesen Şerefî ji ragihand ku li bajarên Rojhiltatê Kurdistanê, 32 kesan di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane.

Cîgirê Giştî yê Serokê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Hesen Şerefî piştî civîna Navenda Alîkariyê ya Hizbên Kurdistana Îranê beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê bû û ragihand ku wan di civîneke 7 saetî de xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê nirxandin, ew gihîştne komdengiyeke baş û wan bername ji bo xwepêşanan heye.

Hesen Şerefî daxwaz kir ku xwepêşnader cih û avahiyên sivîl têk nedin, ji ber ku milkê wan bi xwe ye. Herweha daxweaza alîûkarî û piştîvaniya parçeyên din yên Kurdistanê bo Rojhilatê Kurdistanê kir.

Derbarê qurbaniyên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kutrdistanê de Şerefî diyar kirk u 3 li ser 5 ya hemû kuştiyên xwepêşandanên Îranê li navçeyên Kurdistanê ne û got: “Ji 50 kesên ku li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de hatine kuştin, 32 kes Kurd in.”

Şerefî diyar kir ku rejîma Îranê bo behaneya serkotkirina xelkê avahiyên xizmetguzariyê dişewitîne û got nabe xelk rê bikin ku mal û milkê giştê ziyanê bibîne û divê bixwe parêzgariyê ji wan cihan bikin

Cîgirê Giştî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bersiva pirsên Rûdawê derbarê pilana Navenda Alîkairyê de da û got ku wan bername ji bo paşeroja Rojhilanê Kurdistanê heye.

Şerefî herweha behsa hêzên opozîsyona Îranê kir û got: “Ew hêz tenê heya wê demê demokratîk in ku bi demokrasiyê bigehin desthilatê, di naverok daeew demokratên rasteqîn nînin.”

Di heman demê de Şerefî da zanîn: “Ew navend û avahiyên sivîl ku têne şewitandin, ji aliyê hêzên Îranê ve tên kirin ji bo ku hêceta tepeseriyê zêde bikin.” Lewma Şerefî daxwaz ji xelkê kir ku xwepêşandanan berdewam bikin, lê milkê giştî û cihê sivîl ku milkê wan bi xwe ye, têk nedin.

Rudaw
Top