• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çandar: Tirkiye dizane pirsa Kurd heye, lê bi bihaneya terorê hewla jinavbirina wan dide

Gulan Media November 19, 2019 Nûçe
Çandar: Tirkiye dizane pirsa Kurd heye, lê bi bihaneya terorê hewla jinavbirina wan dide
Nivîskar, rojnamevan û şarezayê karûbarên Rojhilata Navîn Cengîz Çandar tekez dike, di dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de, wan pêşbînî dikir ku piraniya xelkê Herêma Kurdistanê dengê “belê” bikar bîne û daxwaza serxwebûnê jî bike, lê vê proseyê rewşeke trajedîk li dû xwe anî.

Cengîz Çandar li perawîza Konferansa Aştî û Asayişê li Rojhilata Navîn, ku bi sponseriya K24 li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê birêve diçe got: “Tirkiye bi fermî li dijî referandûmê bû û li dijî bîroke û derencamên wê bû jî. Piştî du salan me dît ku pêwendiyên wê bi Herêma Kurdistanê re bo asteke nizim daketin û hesteke nerênî di civaka Kurdistanê de li hember Tirkiyê dirust bû.”

Got jî: “Niha hikûmeteke nû li Herêma Kuridstanê dest bi kar kiriye, ku gelek daxwaz û armancên wê hene. Dibînin ku di demekê gelekî kêm de, pêwendî asayî bibin.”

Derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, Cengîz Çandar got: “Rewşa li Sûriyê dirust bûye, bandor li ser raya giştî ya civaka Herêma Kurdistanê dirust kiriye, ev jî eger e bandoreke neyênî li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî dirust kiriye, ji ber wê dibe di vê derbarê de hest bi metirsiyekê bikin, lê tevî wê jî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, pêwendiyên cîrantiyê ne û herdu alî jî wê têdigihin, ku ji bo berjewendiyên wan, pêwendiyan asayî bikin.”

Herwiha got: “Berî 8 mehan li Hewlêrê ji min hat pirsîn. Heger ez şêwirmendê Erdogan bama, derbarê rewşa Sûriyê de çi şêwir jê re bikira? Bersiva min ew bû, heger ew posta min hebûya, helbet wî dê ez ji kar dûr bixistama, ji ber ku nerîna min li ser wê babetê berûvajî ye, ez li dijî çûna hêzên Tirkiyê bo Efrînê û wê siyastê me, ya li hember Kurdên Sûriyê tê peyrewkirin.”

Derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê û nakokiyên naxweyî yên di navbera partiyên siyasî û partiya desthilat AK Partiyê de, Cengîz Çandar tekez dike: “Pêwîst e pirsa Kurd li Tirkiyê bi riya danûstandin û guftûgoyan bê çareserkirin, divê di vê derbarê de deriyê guftûgoyê bi nûnerên Kurd re bê vekirin, ji bo bê zanîn daxwazên wan çi ne, lê heger her dem desthilata Tirkiyê wan bi terorist bi nav bike û ne amade be bi bihaneya “terorist” guftûgoyan bi wan re bike, wê demê tenê riyek dimîne, ew jî jinavbirina wan e, ev jî me vedigerîne berî bi dehan salan, dema Tirkiyê red dikir ku tiştek bi navê pirsa Kurd hebe.”

Her li ser wê pirsê tekez kir, “Em hemû dizanin ev ne rast e, ji ber ku pirsa Kurd heye, lê dixwazin bi navê terorê rûbirûyî wê bibin û hewl bidin wê jinav bibin, di demekê de hebûn, lê ew danûstandin û guftûgo hatin hilweşandin û dubere şer dest pê kir, ew guftûgo jî bûn beşek ji dîrokê.”

Amaje bi wê jî da, “Tirkiye herdem dibêje, pirsgirêka min bi Kurd re nîn e û ji Kurdan hez dikim, lê di bin navê şerê li dijî terorê, rûbirûyî Kurd dibe, tevî wê jî me nedît ti êrîşeke teroristî di sînorê Sûriyê re hatibe ser xaka Tirkiyê. Ji aliyekî din ve, pirsa wê yekê dikin, ji bo çi serokên şaredariyên Kurd dixin zîndanê? Bersiva wan ew e, ew serokên şaredariyan pêwendiyên wan bi terorê re hene, di demekê de ev bi fermî beşdarî di proseya hilbijartinê de kirine û dema xwe kandîd kirine, ji aliyê Komisyona Hilbijartinê ve pêdaçûn di C.Vyên wan de hatine kirin û hatine pesendkirin û ti rêgirî lê nehatine kirin, piştre jî bi dengê xelkê hatin hilbijartin.”

Çandar rexneyê li Hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje: Heger ne li dijî Kurd in, ji bo çi wan dixe zîndanê, ku bi piraniya dengan di hilbijartinan de serkeftin bidest xistine? Ji bo çi navê Kurd diguhêrin û tabloyên şaredariyan tînin xwarê û bi navê Tirkî dinasînin? Heger hûn ji Kurd hez dikin, bo çi dijayetiya zimanê Kurdî dikin? Ma zimanê Kurdî terorizm e? Bila em bi pir aşkere behsa vê pirsê bikin, pirsa Kurd heye û divê li hebûna Kurd û mafên gelên Kurd mikur bên û çareseriya vê pirsê bikin.”

K24
Top