• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bêrnar Koşner: Firansa tim li Kurdistanê yarîzaneke giring bûye

Gulan Media November 19, 2019 Nûçe
Bêrnar Koşner: Firansa tim li Kurdistanê yarîzaneke giring bûye
Wezîrê derve yê Firansayê yê berê, Bêrnar Koşnerm di axivtinên xwe de li dîdara Aştî û Asayîşa Rojhelata Navîn ragehand, li sala 1974 ez hatim Kurdistanê û wê çaxê Kurdistan wek neha nebû. Dihok gundeke biçûk bû û biha gelek pêşkevtîye.

Bêrnar Koşner got jî: Gelek dijware aştî li devereke pir na aramî û na akincî durist bibe û evê yekê jî gelek kar divêt.

Pişeke din ji axivtinê Koşner taybet bû bi nakokîyên di navbera Ewrûpa û Rûsiya de û li ser evê mijarê jî got: Ewrûpa hevgirtî nebûuye û gelek nakokî hene. Rola Rûsiya jî heya dihêt zêdetir dine û Rûsiya şîya Herêma Qerim dagîr bike û pirsgirêk li gel Okrayna heye; lê Yekêtîya Ewrûpa nekarîye berengarî wê bibe.

Herweha got: Gelek sanahîye axivtin derbarê evê deverê li gel Potin bihêt kirin; lê axivtin li gel wî derbarê Ewrûpa zehmete girane.

Derbarê rola Firansayê got: Firansa tim li Kurdistanê yarîzaneke giring bûye û rola xwe hebûye, nemaze di dema Mîtîran de, ku gelek dostê Kurd bûye û nerîna taybet hebûye bo pirsa Kurd. Nerîna wî jî bêtir mirovî bû neku sîyasî.

Herweha got: Gelek zehmet bû di dema fermandarîya Sedam Husên de, daxwaz ji Îraqê bihêt kirin ku maf û xwaztên Kurd li ber çavan bigre.

Amaje bi wê yekê jî kir, di salên Heftêyan de ji sede ya bûrî, Dihok wek gundeke biçûk bû û ti peywendî li gel Rojavaya Kurdistanê nebûn, lê niha evan peywendîyan geşe kirîne û gelek peywendî di navbera herdû parçeyên Kurdistanê de heye.

K24
Top