• Wednesday, 11 February 2026
logo

Fermana lêpirsînê li dijî serok û endamên kurd yên encumena Kerkûkê hat dayîn!

Gulan Media November 18, 2019 Nûçe
Fermana lêpirsînê li dijî serok û endamên kurd yên encumena Kerkûkê hat dayîn!
Dozgeriya Kerkûkê fermana lêpirsînê li dijî serokê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî û endamên kurd yên encumenê da!

Dozgeriya Kerkûkê îro fermana lêpirsînê li dijî serokê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî û 11 endamên kurd yên encumenê da, bi behaneya ku beşdarî civînên encumenê nebûne.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ewên ku fermana lêpirsînê li dijî wan hatiye dayîn, heman ew endamên encumenê ne yên ku neçûbûn nav refê grûba xiyaneta 16 Cotmeha 2017.

Yek ji wan endamên encumena Kerkûkê, ku fermana lêpirsînê li dijî wî hatiye dayîn, bi navê Mihemed Kemal li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, li gorî qanûnê eger endamên encumenê li ser hev tevlî sê civînan nebin wê çaxê li dijî wan rêkarên hiqûqî tên girtin. Lê bi qasî ku ez dizanim ji sala 2017 ve heta niha encumena parêzgeha Kerkûkê sê caran neciviyaye.

Mihemed Kemal her wiha got, ew fermana dozgeriya Kerkûkê di warê qanûnî de jî xelet e ji ber ku endamên encumena parêzgeha Kerkûkê tenê ji ber karên xwe û li gorî qanûnên encumenê rastî lêpirsînê tên ne li gorî qanûnên cezayê yên Iraqî.

Endamekî din yê encumena parêzgeha Kerkûkê bi navê Dilşa Ezîz li ser vê mijarê got, fermana dozgeriya Kerkûkê siyasî ye û armanca wê jî êrişa li ser endamên kurd yên encumenê ye.

Dilşad Ezîz da zanîn, endamên ereb û turkmen yên encumenê çar salan civînên encumenê baykot kirin lê ne rastî lêpirsînê hatin ne jî hatin dadgehîkirin.



Basnews
Top