Rewşa dawî li Til Temirê
Gundê Um el Xêr li rojavayê Til Temir, dawî gund e û li ser hêla cudaker a navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û hêzên HSDê ye.
Gundiyê bi navê Cemîl Salih ji Rûdawê re dibêje: “Ev gund, Um el Xêr e, Artêşa Azad li wî gundî ye ku Leylan e. Bi şevê şer çê dibe.”
Welatiya bi navê Fatima Yûnis jî dibêje: “Em guhê xwe digirin û radizên, her sê çar malbat di nav malekê de dijîn, em çi bikin? Artêşa Azad çi dixwaz?”
Ev gund sala 2013 jî ketibû ber êrîşa çekdarên nêzîkî Tirkiyê, wê demê wan çekdaran 22 welatiyên sivîl kuştibûn.
Hevjîna yekî ji wan kesan dibêje, ew niha nikarin li gund razin, wan li çolê konên demkî vedane û bi şev ji malên xwe derdikevin û di konan de dixewin.
Eyşa Elî dibêje: “Sala 2013an artêşa Azad êrîşî me kir, 22 kes li gundê me şehîd ketin û ev dûyem care êrîşî me dike, rewşa me xirab e û ev mehek û 20 roj in li vê çolê ne, gelek caran li vê çolê perîşan in, nan û av tine ye ti aliyek jî alîkariya me nake.”
Til Temir ku bûye navendeke girîng û stratejîk, HSD red dike ku rêkeftineke nû derbarê wî bajarî de hatibe kirin, Rêveberiya Xweser jî çawaniya rêvebirina bajêr eşkere dike.
Fermandarê Hêzên Parastina Xabûrê, Nebîl Werdê ji Rûdawê re ragihand: “Rewşa emnî weke xwe ye ku li ser vê li hev kirine. Ew biryarên hatine dayîn divê di destê hevalan de be yan di destê hêzên ewlekariyê û Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê û hêzên rejîmê de be. Li gor wê rêkeftina ku bi wan re hatiye kirin lê em weke hêzên serbazî nikarin ji wî cihî vekişin ku ji me re hatiye destnîşankirin, heta ku biryarek ji serkirdayetiya me ya leşkerî derkeve.”
Til Temir 35 kîlometran dikeve başûrê sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de û tenê çend kîlometran ji navçeya aram, a ku Tirkiye behsa wê dike, dûr e.
Asayişa Rojava navenda bajêr kontrol dike û artêşa Sûriyê jî li ser rêya stratejîk a M4 bicih bûye.
Rudaw
