• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwepêşandanan gotûbêjên navbera partiyên Rojhilat û Îranê ranewastandin

Gulan Media November 18, 2019 Nûçe
Xwepêşandanan gotûbêjên navbera partiyên Rojhilat û Îranê ranewastandin
Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên ku berî 4 rojan dest pê kiribûn berdewam dikin û herwiha li aliyê din gotûbêjên di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê û partiyên dijberên rejîma Îranê de jî ranewastiyane û didomin.

Kompaniya Belavkirina Berhemên Petrola Niştimanî ya Îranê, berî çend rojan bihayê benzîna ku ji aliyê dewletê ve tê subvansekirin, mehane bo 60 lîtreyan bihayê he lîtreyekê ji hezar tumenan bilind kir bo hezar û 500 tumenan. Mehane eger bo serê wesayîtê ji 60 lîtreyan zêdetir benzîn bê wergirtin, bihayê her lîtreyekê jî weke 3 hezar tumen hat destnîşankirin.

Cîgirê Serokomarê Îranê û Serokê Dezgeha Plansazî û Budceyê, Mihemed Bakir Nobaht, gotibû dahata ku dê ji wan bihakirinên dawîn bê bidestxistin, ew dê bo alîkariya 18 milyon malbatan bikar bînin. Lêbelê xelk li hemberî van biryarên dawîn yên zêdekirina bihayê benzînê di demeke ku ji xwe rewşa aboriyê li wî welatî xerab e, nerazî ne.

Endamên Polîtbûroya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Kemal Kerîmî, derbarê dawîn pêşhat û nerazîbûna xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji Rûdawê re axivî, “Niha nerazîbûneke giştî li hemberî wê biryara dawîn a hikûmeta Îranê tê nîşandan. Ji ber ku li hemberî rejîma Îranê nerazîbûneke giştî heye. Şêwaza destwerdana hêzên emnî yên Îranê li bajarên Kurdan tundtir e li gor bajarên din ên Îranê.”

Kemal Kerîmî herwiha got, “Em piştevaniya wê nerazîbûna xelkê dikin. Divê li Rojhilat peywendiya di navbera bajaran de bê bihêzkirin. Em bang li endam û alîgirên xwe dikin bo ku beşdarî xwepêşandanan bibin. Lê divê di xwepêşandanan de rênîşander jî bin.”

Li bajarê Oslo yê Norwecê, di navbera partiyên Kurd û yên Îranê ku dijber û mixalîfên rejîma Îranê ne, ev heyameke hevdîtin birêve diçin.

Derbarê vê mijarê de jî Kemal Kerîmî got, “Di navbera partiyên Rojhilat û partiyên Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin berdewam dikin. Li gor min divê berdewam jî bikin.”

Ji aliyê Navenda Hevbeş a Partiyên Rojhilat jî derbarê xwepêşandanan de daxuyaniyek hatiye belavkirin û di wê daxuyaniyê de tekezî li ser piştevaniya bo wan xwepêşandanan hatiye kirin û herwiha hatiye gotin ku hewl tê dayîn peywendiyên di navbera partiyên dijber de bên bihêzkirin.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Hesen Şerîfî jî derbarê xwepaşdan û nerazîbûna xelkê ya li hember rejîma Îranê got, “Me bi daxuyaniyên xwe yên ku berî niha belav kirine, piştevaniya xwe bo xwepêşaderan tekez kiriye. Alîgirên me êdî di haya helwesta me de ne. Dizanin ka em çi dixwazin. Herwiha di rewşên wiha de ji bo ku kêmtir qurbaniyan bidin û karîgertir bin, me pêşniyazên xwe bi wan re parve kirine.”

Hesen Şerîfî tekez jî kir ku li gel hewldanên wan ên ji bo dabînkirina daxwazên xwepêşanderan bi rêya diyalog û dîplomasiyê, ew hewl didin pêşhat û rûdanên dawîn veguhêzin bo qada civaka navdewletî.

Şerîfî herwiha destnîşan jî kir ku partiyên Rojhilat derbarê xwepêşandanên li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, kombûnên xwe berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Aram Muderrîsî jî got, “Îran di nav krîzeke aboriyê ya kur de ye. Li Rojhilatê Kurdistanê rewş cîdîtir e. Dema ku li helwest û destwerdana hêzên emnî yên Îranê bê nêrîn, dê bê dîtin ku hêzên emnî Kurdan hêsantir dikujin. Ji ber wê yekê divê em rewşa niha bi awayekî hesastir binirxînin.”

Aram Muderrîsî dibêje, “Divê xelk nerazîbûna xwe bidomîne. Me hişyariyên xwe bo alîgir û komeleyên xwe rê kirine. Lêbelê em ne xwediyê roleke raste rast in. Herwiha li gel Komara Îslamî ya Îranê jî ti hevdîtineke me ya raste rast nîne. Ji bo peydakirina rêyên diyalogê helwdan hene lêbelê ti guhertinek di helwesta Îranê ya li hemberî me de nîne.”

Xwepêşadan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heta niha li 100 deveran belav bûne û di encama destwerdana hêzên emnî yên Îranê di wan xwepêşandanan de, herî kêm 15 xwepêşander hatine kuştin. Li gor zanyariyên Rûdawê, rêveberiya Tehranê heta niha hejmareke zêde ya hêzên emnî veguhastine bo parêzgehên Kurdan. Tenê li Merîwanê 3 xwepêşander ji aliyê hêzên emnî yên wî welatî ve hatin kuştin.

Çavdêrê siyasî Arîtma Mihemed jî derbarê xwepêşandanan de dibêje, “Hemû pêkhateyên etnîkî li Îranê hastî pirsgirêkan tên. Fars bi xwe jî rastî pirsgirêkan tên. Krîzên li wî welatî her ku diçe zêdetir dibin. Krîza darayî ji pirsa etnîkî zêdetir bandorê li ser tevahiya xelkê dike.”

Mihemed derbarê daxuyaniya hevbeş a partiyên Rojhilat de jî got, “Divê her niştimanek xwedî daxuyaniya xwe ya hevbeş bin. Heyama modela take partiyan bi dawî hat. Kurd ne xwedî wê hêzê ne ku Komara Îslamî ya Îranê birûxînin. Lêbelê dibe bi bandor bin. Baştirîn tişt jî ew e ku li mafên xwe xwedî derkevin û rê li ber qurbanîbûnê bigirin.”

Ew çavdêrê siyasî dibêje peywendiya xwepêşandanan bi siyasetê nîne û diyar dike, “Siyasetemedaran di vê rewşê de roleke diyar nîne. Xelet e ku pirsa netewî li ser vê rewş û pirsa heyî bê zêdekirin. Bila dest jê bê berdan bo ku xelkê Îranê mafên xwe bilêv bikin. Bi vî awayî bila Kurdan jî bi partî û dewletên dijminên Îranê re têkildar nekin. Baştirîn karê partiyên Rojhilat ew e ku li gel partiyên opozîsyona Îranê kar bikin û hewl bidin bo ku di pêşeroja Îranê de cih bigirin.”

Di serî de Tehran, Tebrîz, Meşhed, Ehwaz, Îsfaxan, Yezd, Kirman û Kerecê, li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi kêmanî li hezar û 80 deveran xwepêşandan hatin pêkanîn.

Di wan xwepêşandanên de zêdetir ji 100 banka û 50 dikan û kargeh hatine şewitandin û zêdetir ji 1000 xwepêşander jî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Rudaw
Top