HSD: Me belgeh hene çekdarên Daişê bi Tirkiya re bûne di şerê vê dawîyê de bo ser rojavaya Kurdistanê
Mezlûm Ebdê fermandarê giştî yê HSDyê li ser Tiwîtera xwe nivîsandîye, ku serokê Tirkiya Receb Teyîb Erdogan bi hebûna hejmareke çekdarên Daişê yên girtî li ba Tirkya, cîhanê heresan dike.
Gotye jî wan belgeh li ber destan hene, ku Tirkiya di şerê vê dawîyê de li ser rojavaya Kurdistanê çekdarên Daişê bikaranîne.
Ebdê daxwaz jî kir, dadgeheke navdelwetî bo dadgehkirina çekdarên Daişê li bakura rojhlata Sûriyê bihêt avakirin.
K24
