Xaminêyî piştgiriya girankirina benzînê kir û xwepêşander wek “dijmin” bi nav kir!
Xwepêşandan û nerazîbûna xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara hikûmeta ya girankirina nirxa benzînê, ku pêr dest pê kiribû, didome.
Li gorî amarên ne fermî, heta niha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.
Rêberê Îranê Elî Xaminêyî îro danê sibê li ser biryara hikûmeta ya girankirina nirxa benzînê ragihand, ew piştevaniya biryara hikûmetê dike, her çi qas bi ziyana xelkê be jî!
Elî Xaminêyî da xuyakirin ku ew “ne pispor e di vî warî de” û nêrîna pisporan jî cuda ne lê “min beriya niha gotibû hikûmet çi biryarê bide ezê piştgirî bikim…!”
Xaminêyî li ser xwepêşandan û nerazîbûna xelkê jî axivî û ragihand, ew dijminên Îranê û dijberên rêjîmê ne! Bila xelkê Îranê ji wan dûr bikevin!
Rêberê Îranê ferman daye hêzên ewlehiyê ku “aramiyê biparêzin!”
Basnews
