• Wednesday, 11 February 2026
logo

Lindsey Graham: Kurdan DIŞI ji nav birin

Gulan Media November 16, 2019 Nûçe
Lindsey Graham: Kurdan DIŞI ji nav birin
di civînê de Erdogan gelek tengav kiriye
Senatorê Komarî yê Amerîkî Lindsey Graham piştî civîna xwe ya li Koşka spî ya li gel Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan daxuyaniyek weşand.

Graham di daxuyaniya xwe de ragihand ku di civînê de Erdogan got: Me şerê DIŞIê kir û DIŞI ji nav bir.

Graham got: Ez bi vê gotina Erdogan gelek aciz bûm û li ber çavên her kes jê re got: Ev Kurd bûn ku DIŞI tune kirin û tu jî hevkariya DIŞIê dikir.

Graham herwiha eşkere kiriye ku Erdogan vîdoyek ku berê ji aliyê îstîxbarata Amerîkayê ve hatibû girtin nîşanî Trump daye û gotiye: Mêze bike General Mezlûm Kobanê terorîste.

Graham diyar kir ku dîsa gelek aciz bûye û ji erdogan re gotiye: vîdo nîşanî te bidim ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê çi bi serê Kurdan anîne.

Erdogan bêdeng bûye û serê xwe xistiye ber xwe.
Top