• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Gelê kurd ti carî di alîkarîkirina mirovên muhtac de xemsarî nekiriye

Gulan Media November 16, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Gelê kurd ti carî di alîkarîkirina mirovên muhtac de xemsarî nekiriye
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, gelê kurd ti carî di alîkarîkirina wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, xemsarî nekiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser twîttera xwe dîmenên alîkarîkirina penaberan li kampeka Başûrê Kurdistanê belav kiriye û li ser wê jî peyamek belav kiriye û gotiye: Ez serbilind im ku vî miletî ti carî ji alîkarîkirina wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, xemsarî nekiriye.

Mesrûr Barzanî bi haştaga “#StrongerKurdistan” (Kurdistana Bihêz) spasiya wan karmend û dezgehan jî kiriye ku alîkariya kesên muhtac dikin û daxwaz ji civaka navdewletî jî kiriye zêdetir di xema wan de be.

Basnews
Top