Li Babê teqîn: 19 kuştî hene
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otombîleke bombekirî li pêş geraca sereke ya bajarê Babê teqiya û di encamê heta niha 18 kes hatine kuştin û zêdetir ji 30 kesî jî birîndar bûne û ziyaneke mezin gihîşt xanî û otombîlan.
Rewangehê da zanîn, di nava kuştiyan de, herî kêm 13 kes welatiyên sivîl in.
Bajarê Babê bi parêzgeha Helebê ve ye û di bin kontrola çekdarên “Mertala Firatê” yên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin de ye.
