• Thursday, 12 February 2026
logo

Bo nivîsandina destûra herêma Kurdistanê, parlamento li gel partiyan li ser xet e!

Gulan Media November 16, 2019 Nûçe
Bo nivîsandina destûra herêma Kurdistanê, parlamento li gel partiyan li ser xet e!
Endamê lijneya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku Parlamentoya Kurdistanê bo zelal kirina pirsa destûrê û avakirina desteyekî nû, amadekariya destûra herêma Kurdistanê û hemahengî li gel partiyên Kurdistanê bike.

Endama lijneya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Xedîce Omer ji basnewsê re ragehand: ‘’Parlamentoya Kurdistanê li dû mekanîzmayekî digere bo pirsa amadekariya destûra Kurdistanê. Ji bo wê jî heyama borî de Parlamentoya Kurdistanê li gel partiyan civîn pêkaniye. Bo ku yekdengî ava bibe, nêrîn û ramanên wan jî bên wergirtin û amadekariya nivîsandina destûra herêma Kurdistanê û vê derbarê de jî divê mekanîzmaya ava kirina desteya rêveberiya destûrê bê diyar kirin.’’

Herwaha got: ‘’Berê lijneyek hat ava kirin bo nivîsandina destûrê, lê naha guhertin têde tê kirin, divê kesên şaraza û pispor û nûnerên aliyên siyasî tê de beşdar bin û ev yek jî pêwîstiya wê bi biryara parlamentoyê heye.’’

Xedîce Omer got: ‘’Divê amadekarî bi awayek bin ku li gel rewşa Kurdistanê û pirsa nûjen kirin û sererast kirina destûra Iraqê de jî guncaw be û ew jî yek ji egeran dibe ku em li gel nivîsandina destûra Kurdistanê amadekariyan bo bikin û hesabên me bo wê yekê hebe.’’

Basnews
Top