HSD: Tirkiya li dervey navçeya rêkeftin li ser hatîye kirin operasyon encam dane
Hêzên Sûriya Demokrat di daxuyanîyekê de belav kirîye, tevî pabendibûna wan bi rêkeftina 17ya cotmehê ya di navbera Tirkiya û Emerîka de; lê Tirkiya û hêzên hevpeymanên wê, pabendî wê agirbestê nebûne û di êrîşên xwe de berdewamin.
Li gor daxuyanîyan HSDyê, Tirkiya û hêzên hevpeymanên wê, dest bi operasyonan kirîne li dervey navçeya ku rêkeftin li ser hatîye kirin û ji wê demê ve, ku agirbest hatîye raghandin û heya niha, rûberê 1100 Km çargoşe ku 56 gundan li xwe digre kontirol kirîye.
Eşkere jî kirîye, ji dema ragehandina agirbestê ve heya niha ji encama êrîşên Tirkiya û çekdarên hevepyman li gel wê, nêzîkî 30 hezar kesên sivîl awarebûne, herweha bi dehan kesên din jî şehîd û birîndar bûne.
K24
