• Thursday, 12 February 2026
logo

Rûsiya: Pewîste Emerîka bîyavên petrolê radestê Dîmeşqê bike

Gulan Media November 15, 2019 Nûçe
Rûsiya: Pewîste Emerîka bîyavên petrolê radestê Dîmeşqê bike
Rûsiya daxwaz ji Emerîka dike bîyavên petrolê li bakura Sûriya radestê hikumeta Dîmeşqê bike.

Cêgirê nwênerê Rûsiya di Netweyên Hevgrtî de, Dimîtrî polyaniskî, di dema rûniştina Civata Asayîşa Nêvdewletî de, ku dûhî, Pêncşembêyê birêveçû, got: Pêwîste bilez hêzên bîyanî ji Sûriya derkevin.

Got jî: Pêwîste kontirola bîyavên petrolê bikeve di destê Dîmeşqê de daku bikare mifayê ji dahata wan wergire û abaûrîya welatê xwe pê vejîne.

Amaje bi wê yekê jî da, ku Emerîkayê çend caran tekez kirîye hêzên xwe li Sûriya dihêle û petrola Sûriya kontirol dikin û dahata wê rasdestê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dikin.

K24
Top