Herêma Kurdistanê -11 bendavên avê dihêne duristkirin
Ekrem Ehmed ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye 33 milyar û 320 milyon dînar pare bo projeyên duristkirina av û bendavan bihê terxankirin. Ekrem Ehmed amaje bi wê yekê jî dike ku ji ber qeyrana aborî wan projeyên xwe ragirtibûn.
Herwiha Ekrem Ehmed da zanîn ku di destpêkê da ew ê dest bi temamkirina 11 projeyên bendavan bikin. Herwiha Ekrem Ehmed da zanîn ku bi dawîbûna wan bendavan wê tesîreke mezin li cotkarî, berhemanîna masî û geştiyariyê bibe.
Di berdewamiya axaftina xwe jî da Ekrem Ehmed destnîşan kir Wezareta Cotkarî û Çavkaniyên Avê niha hewl dide rêkarên pêwîst bi cî dike bo ew dest bi projeyan bikin.
Basnews
