• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan: Em ji bo Patiryotê destberdarê S400 nabîn

Gulan Media November 14, 2019 Nûçe
Erdogan: Em ji bo Patiryotê destberdarê S400 nabîn
Erdogan dibêje, ew dest ji kirîna sîstemên S-400 bernadin û eger Amerîka bixwaze dikarin Patrîotan jî bikirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di vegera serdana Amerîkayê de bo rojanamevanan axivî û got, ew dixwazin di civîna 3'ê Kanûnê de mijara herêma ewle ya li bakurê Sûriyê zelal bikin û eger helwesteke erênî hebe, dikarin dest bi avakirina korîdora aştiyê bikin.

Da zanîn, ew nikarin dest ji kirîna sîstemên S-400 berdin, ji ber ku parastina asîmanî ji bo wan pir girîng e û eger Amerîka bixwaze dikarin Patrîotan jî bikirin.

Erdogan got, li herêma ewle dixawzin penaberênSûrî yên Tirkiye bicîh bikin û tu niyaza wan nîne yên Îdlibê veguhezînin wê derê.

K24
Top