15 cîhadiyên Tirkiyeyê li Serêkaniyê hatin kuştin
Li gorî zanyariyan, sedema teqînê neliheviya li ser mazota hatiye dizîne ku di navbera koma Sultan Murad û komên çekdarên din de şer û pevçûn çêbûne û agir bi mazota dizîbûn ketiye.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku herî kêm 15 çekdar di encama teqînê te hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşên ku 9ê Cotmehê ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn destpêkirin û li gorî rêkeftina ligel Amerîkayê ketibû jêr kontrola çekdaran û artêşa Tirkiyê.
