Di şerê Îsraîl û Filistîniyan de herî kêm 32 kes hatin kuştin
Piştî kuştina berpirsekî pilebilind yê rêxistina cîhada îslamî ya Filistînî bi navê Beha Ebû Eta, cîhada îslamî dest bi topbarana Îsraîl kir, her wiha li ser sînorê Filistîn û Îsraîl jî bi dehan Filistînî kom bûn û li dijî Îsraîl xwepêşandan kirin.
Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîl jî bersiva cîhada îslamî da. Tê gotin ku di encama wî şerê han de herî kêm 32 kes hatine kuştin ku derdora 10 ji wan sivîl in, yên din jî çekdarên Filistînî ne.
Rêxistina cîhada îslamî ya Filistînî ragihandiye, eger Îsraîl şertên wan qebûl bike ew amade ne êrişên xwe bidin sekinandin. Tê gotin ku hikûmeta Misrê navbeynkariya her du aliyan dike.
Şertên cîhada îslamî ew in ku Îsraîl êdî berpirsên wan yên li Xezzê nekuje, êrişî xwepêşanderên li ser sînor neke û dorpêça li ser Xezzê jî rake.
Berpirsekî cîhada îslamî ji Reutersê re gotiye ku Îsraîl şertên wan qebûl kiriye û agirbest hatiye ragihandin.
Balkêş e ku rêxistina Hemas xwe tevlî wî şerî nekiriye.
Heman roja ku Beha Ebû Eta hatibû kuştin (12 vê mehê), mala berpirsekî din yê cîhada îslamî bi navê Ekrem Ecûrî li paytexta Sûriyê rastî êrişa Îsraîl hatibû. Di wê êrişê de tiştek bi Ecûrî nehatibû lê hevjîna wî û kurê wî hatibûn kuştin û 6 kes jî birîndar bibûn.
Basnews
