• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Xaça Sor civiya

Gulan Media November 14, 2019 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Xaça Sor civiya
vê navendeke perwerdehiyê li Hewlêrê were vekirin
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Xaça Sor ya Navdewletî civiya û derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 13ê Mijdarê di civînekê de li gel Cîgirê Serokê Xaça Sor ya Navdewletî Joel Carboni, jiber çalakiyên wan yên îsanî yên ku li cîhan û herêma Kurdistanê de kirine, me spasiya wan kir û tekez li ser berdewamiya hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel saziya han kir.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Xaça Sor ya Navdewletî Joel Carboni jî jiber hemahengî û karasaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo vê saziyê spasiha hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ragihand ku bi hevkarî û hemahengiya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê navendeke perwerde kirina sirûştî bo hevkarî kirina xudan pêdiviyên taybetî li Hewlêrê tê vekirin.

Top