• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêmê bo aramiya Iraqê tekez dike

Gulan Media November 14, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêmê bo aramiya Iraqê tekez dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtin û civînên bi partî û aliyên siyasî yên Iraqê re li Bexdayê, tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aramiya ewlehî û siyasî ya Iraqê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo hevkarî û hevahengiya pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkan derbirî. Herwiha ronî kir, ku bûyer û rewşa Iraqê bandorê li ser tevahiya Iraqê bi Herêma Kurdistanê dike û divê hemû ew hemû bo serederîkirina bi rewşê re û çareserkirina pirsgirêkan, berpirsatiyê hilgirin.

Di dirêjahiya serdana xwe bo Bexdayê de, îro 13ê Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re bi awayekî cuda bi Serokê Tevgera Hîkme Emar El Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Bîna Hadî Amirî, Serokê Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir Nesar El Ribeyî û şanda pê re, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî û Serokê Fraksiyona Niştimanî Eyad Elawî civiya.

Di civînan de, rewşa Iraqê bi giştî, girîngiya xwendin û têgihîştineke rastiyane ji rewş û qonaxê re, xwepêşandan û sedem û derencamên wê, çawaniya çareserkirina pirsgirêkan û bicihkirina daxwazên welatiyan û pêşbîniyên dahatî yên sîstem û proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin. Herwiha girîngî li hevkarî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraq bo çawaniya serderîkirina bi rewş û pêşhatan hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re, ku ji Cîgirên Serok Mistefa Seyid Qadir û Şêx Cafer Mistefa û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî pêk hatibû, bo hevdîtin û civîna bi her sê serokatiyên Iraq Federal û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, îro danê sibê gihîşt bexdayê û piştî hevdîtinan vegeriya Hewlêrê.

Top