Hilbijartinên civata parêzgehan tên paş xistin
Duhê civata wezîran ya Îraqê bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî civiya.
Di civînê de giftûgo li ser hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê hatiye kirin û civata wezîran biryar daye daku hilbijartinên han werin paşxistin.
Beriya niha civata wezîran ya Îraqê roja 20ê meha Nîsana sala 2020an weke roja hilbijartinên civatên parêzgehan diyar kiribû.
Basnews
