Li çar şaredariyên HDPyê qeyûm hatine wezîfedarkirin
Di çarçoveya vê prosesa han de piştî ji kar avêtina Hevşaredarên HDPê, bi biryara wezareta navxwe ya Tirkiyeyê bo çar şaredariyên din yên HDPê Qeyûm hate wezîfedarkirin.
Ev çar şaredarî ewin: Yejnîşehîr, Hezro (li Amedê), Hezex (li Şirnexê) û AKpazarê ( li Dêrsim).
Weke tê zanîn piştî hilbijarinên şaredariyan li Tirkiyeyê hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta hevkarî kirina terorê, Hevşaredarên HDPeyî yên li bajarên Kurdan digire, ji kar davêje û Qeyûm di şûna wan de wezîfedar dike.
