• Wednesday, 11 February 2026
logo

Dadgeha Fedralî biryarekê li berjewendîya deverên Kurdistanî dide

Gulan Media November 12, 2019 Nûçe
Dadgeha Fedralî biryarekê li berjewendîya deverên Kurdistanî dide
Dadgeha Fedralîya Îraqê biryar da çend movikên yasaya helbijartina li berjwendîya deverên Kurdistanî bihên hevwarkirin.

Çavkanîyeke haydar bi Kurdistan24 ragehand: Evro Dadgeha Fedralîya Îraqê civîya ye derbarê tane yên komîteya deverên Kurdistanî di perlemana Kurdistanê de û dadgehê biryar daye ku dû movikên yasaya helbijartinên Îraqê bihên hevwarkirin ku rê digirtin li pêşîya dengdana hevwelatîyên ji derverên Kurdistanî aware bûne û li Herêma Kurdistanê akincîne.

Got jî: birîkarek bi nwênerînî ya Komîteya Deverên Kurdistanê pişikdarî di kombûna evro ya Dadegeha Fedral de kirîye.

Herçende birîyar bû Dadgeha Fedral li 18 ya evê mehê derbarê tane ya Komîteya Deverên Kurdistanî di perlemana Kurdistanê de, bicive; lê hat pêşxistin.

Taneya Komîteya Deverên Kurdistanî dijî çend movikên yasaya helbijatinên Îraqê, ku li gor wê yasayê, awreyên Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî ku li Herêma Kurdistanê akincîne, heke nevegerin deverên xwe nekarin deng bidin. Bi vî awayî jî hejmareke mezin ji xelkên deverên Kuridstanî ji mafê dengdanê bi behir dibûn.

K24
Top