• Thursday, 12 February 2026
logo

Hejmarek endamên Kongrêsê daxwaz ji Trump dikin serdana Erdogan betal bike

Gulan Media November 12, 2019 Nûçe
Hejmarek endamên Kongrêsê daxwaz ji Trump dikin serdana Erdogan betal bike
Hejmarek endamên Kongrêsa Amerîkayê daxwaz ji serokê wî welatî Donald Trump dikin, di vê dema niha de pêşwaziyê li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan neke û vexwendina wî hilweşîne.

Ew endamên Kongrêsa Amerîkayê bi serokatiya Illiot Angel di derbarê seredana Erdogan bo Amerîkayê de nameyek ji serokê welatê xwe Donald Trump re şandine û daxwaz dikin ku wê serdanê rawestîne.

Hejmara wan endamên kongresê ku name ji Trump re şandine, 17 kes e û wan di nameya xwe de nivîsandine ku niha dem ji bo serdana Erdogan bo Amerîkayê neguncaw e.

Wan endamên kongrêsê sedema nerazîbûna xwe bo encamdana serdana Erdogan vegerandine bo êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kirine, biryara Erdogan a ji bo êrîşkirina ser bakurê Sûriyê di 9ê Cotmehê de, encamên wê yên xirab li ser asayişa niştimaniya Amerîkayê hene.

Di nameya xwe de, ew endamên kongrêsê nîgeraniya xwe nîşan dane, ku Tirkiyê xelkên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye armanc û herwiha ragihandine, ku ew ji nêzîkbûna Tirkiyê li Rûsyayê û dûrketina wî welatî ji NATOyê dilgiran in.

Biryar e sibe Çarşemê, Serokomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan serdana Amerêkayê dike û li gel Serokê Amerîkayê, Donald Trump bicive.

Rudaw
Top