• Thursday, 12 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê li Kobanê gule li hemwelatiyên sivîl berdan, şehîd û birîndar hene

Gulan Media November 12, 2019 Nûçe
Artêşa Tirkiyê li Kobanê gule li hemwelatiyên sivîl berdan, şehîd û birîndar hene
Li gor zanyariyên çapemeniya nêzîkî PKKê îro 12.11.2019ê di dema gera hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkiyê ya nêzîk bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê gule li hemwelatiyên sivîl hatin berdan û li gor hin çavkaniyan 4 hemwelatiyên kurd şehîd bûne.

Li gor zanyariyên BasNewsê, di çarem gera hêzên Rûsya û Tirkiyê ya li rojhilatê Kobanê de, xelkê sivîl nerazîbûn nîşan da û hêzên artêşa Tirkiyê gule li xelkê berdan û li gor girte videoyekî ku hatiye belav kirin, şehîd û birîndar hene, ku yek ji wan jî jin e.

Bûyer li gundê Mirismîl a li rojhilatê Kobanê û sînorê Girêspî pêkhat û li gor hin çavkaniyan 4 hemwelatiyên sivîl şehîd bûne.

Heta naha hûrgiliyên zêdetir derbarê bûyerê de belav nebûne. Malpera Hawar News vê derbarê de ragehand, heta naha hejmara kuştî û birîndaran aşkera nebûye.

Basnews
Top