• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berpirsiyarê êrîşên dijî Kurd û Ermeniyan Tirkiyeye

Gulan Media November 12, 2019 Nûçe
Berpirsiyarê êrîşên dijî Kurd û Ermeniyan Tirkiyeye
Rêveberiya xweser ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê derbarê teqînên duhê yên li Qamîşlo û kuştina du Qeşeyên Ermenî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya rêveberiya xweser de behsa vê yekê hatiye kirin ku di encama teqîn û êrîşên li Qamîşloyê de 5 welatî canê xwe ji dest dane û 47 welatiyên din jî birîndar bûne û di heman demê de du Qeşeyên Eremenî jî di encama êrîşeke çekdarî de yaku ji aliyê terorîstan ve pêk hatiye canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku li gel artêşa Tirkiyeyê gelek komên terorîst hene ku bihevre êrîşî ser xelkê medenî dikin û êrîşên Tirkiyeyê jî bûne sedem daku terorîstên DIŞIê careke din kiriyarên xwe yên terorîstî li deverê de zêdetir bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku berpirsiyarê yekem yên wan êrîşan Tirkiyeye jiber ku Tirkiye piştgîrî û hevkariya komên cîhadî dike.
Top