• Thursday, 12 February 2026
logo

Sezaî Temellî: Em ê vê carê bi qeyyuman re desthilatdariyê paqij bikin û bi avêjin

Gulan Media November 12, 2019 Nûçe
Sezaî Temellî: Em ê vê carê bi qeyyuman re desthilatdariyê paqij bikin û bi avêjin
Hevserokê Giştî ye Partîya Demokratîka Gelan (HDPê) Sezaî Temellî di civîna partîya xwe ya li parlementoya Tirkîyê axivî.

Temellî bi bîranîna salvegera wefata Seyîd Riza ya 82yemîn dest bi axaftina xwe kir û got: ”Îro em carek din xwedî li demokrasî, hiquqe, mafên mirovan derdikevin. Ji Seyîd Riza şîara ‘Em ê serê netewînin û çokê daneynin’ ji me re ne maye. Me serî netewand û çoka xwe danin. Sepanên rewşa awarte dewam dikin. Em li welatek bê hiqûq û bê edalet dijîn. Nîşaneya herî girîng ve bê hiqûqiyê qeyyûm in. Qeyyum binpêkirina Destûra Bingehîn e. Qeyyum tayînî 16 şaredariyên me kirin. Şaredariyên me hatin desteserkirin. Bi tayînkirina qeyûman îradeya gelê kurd tune dihesibînin. Em ê ve carê jî bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin û biavêjin. Darazê siyaseta demokratîk tecrîd kiriye. Biryara cezayê dan Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hiqûqa tecrîdê ye.

Hikumet li Amerîka û Rûsyayê li çareseriyê digere. Em jî dibêjin li wir li çareseriyê negere. Heke hûn li çareseriyê digerin navnîşana wê Îmrali ye.”

Temellî rexneyen giran li wezîrê navxwe ye Tirkîyeye Sûleyman Soylu kirin û got: Ev ne wezîre ewlehîya navxwe ye ev wezîre şerê navxwe ye.”

Waar.tv
Top