Serokwezîr û şanda PSKê civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke PSKê kir û derbarê civînê de li ser pêgeha xwe wisa nivîsandiye;
Îro duşem 11ê Mijdarê me pêşwaziya şandeke partiya sosiyal demokrata Kurdistan- Bakûr bi Serokatiya Serokê vê partiyê Mesûd Tek kir.
Di civînê de me tekez li ser girîngiya yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî kir bo çarser kirina dadmendane ya kêşeya Kurd bi awayekî aştiyane û dûr ji tundûtîjî.
