Berpirsekî ENKSê naveroka civîna ENKS û TEV-DEMê bi serokatiya Mezlûm Kobanî eşkere kir
Duhî hat gotin ku şandeka ENKS û TEV-DEMê bi serokatiya fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî civiyane.
Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê, Ebdulkerîm Mîranî li ser naveroka civînê ji BasNewsê re got, civîn li ser daxwaza Mezlûm Kobanî hat kirin. Me jî qebûl kir bi şertekî ku bibe wesîleya yekrêziyê di nav kurdên Rojavayê Kurdistanê de.
Ebdulkerîm Mîranî her wiha got, lazim bû ev destpêşxerî zûtir hatiba kirin. Lê eger rêkeftina Duhokê, ku bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin, hatiba bicîhanîn, dibe ku rewşa ku hatiye serê Efrîn, Kobanî, Girê Spî û Serê Kaniyê, rû nedaba.
Nûnerê ENKSê da zanîn ku di civînê de behsa vegera pêşmergeyên Rojava hat kirin û got, lê lazim e HSDê li ser vê mijarê biyar bide. Bi nêrîna me, vegera pêşmergeyên Rojava gelekî pêwîst û girîng e. Di civînê de ti rêkeftinek nehat îmzekirin.
Wî berpirsê ENKSê bang li PYDê jî kir ku çend pêngavan bo biratî û yekrêziyê bavêje û got, ev ne tiştekî zehmet e. Bila girtiyên siyasî berdin û serbaziya neçar jî betal bikin û bihêlin artêşeka niştimanî were avakirin. Ew tiştên ku dema borî de qewimîne, êdî bûne dîrok. Ji ber wê jî em amade ne bo yekrêziyê da ku Kurdistan ji vê zêdetir ziyanê nebîne.
Ebdulkerîm Mîranî da xuyakirin ku wan ji Serok Barzanî, Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî daxwaz kirine wek garantor beşdarî civînên wan û TEV-DEMê bibin.
Li gorî agahiyên Mîranî, di civînê de ji bilî Mezlûm Kobanî sê nûnerên ENKSê û sê jî nûnerên TEV-DEMê beşdar bibûn.
Basnews
