• Thursday, 12 February 2026
logo

Qesira Spî bang li Îraqê dike ku hilbijartina pêşwext bike

Gulan Media November 11, 2019 Nûçe
Qesira Spî bang li Îraqê dike ku hilbijartina pêşwext bike
dibêje lazime daxwazên xwepîşanderan werin cîhbicîhkirin
Amerîka bang li Îraqê kir ku hilbijartina pêşwext bike.

Qesira Spî bi daxuyaniyeke sipî ragihand ku divê hikûmeta Îraqê tundûtûjiya dijî xwepêşandaneran rawestîne, di sîstema hilbijartinê de guherînan bike û hilbijartina pêşwext çêke.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên dijî xwepêşandaneran, aktîvîstên sîvîl û medya û sînordarkirina înternetê fikarên kûr çêdikin.

Herwiha, di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rejîma Îranê bo ‘’protestoyên aştîyane’’ rawestîne komên çekdar bikar tîne.

Qesira Spî da zanîn ku tevî zext û kuştinan jî gelê Îraqê dikare dengê xwe bide bihîstin.

Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamana Îraqê dîyar kiribû ku ji 1’ê Cotmehê vir ve 319 kes di protestoyan de hatine kuştin û bi qasî 15,000 kes birîndar bûne.

Top