Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid civîyan
Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga çareserkirina pirsgirêkan, daxwaza bihêzkirina pêwendiyên dualî, derfetên kar û webirhênanê di karta taybet a Îmaratî li Herêma Kurdistanê û ji wir ve ber bi tevahiya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên cîran re gotûbêj kirin.
Pêşhatên navçeyê bi giştî, metirsiyên serîhildana terorê û girîngiya hevahengiya navçeyê û navdewletî bo rûbirûbûna wê û çend pirsên din yên cihê girîngiyan herdu aliyan, tewereke din civînê bû.
Waar.tv
