MSD: Rexne li helwêsta Birîtanîyayê digre û bi helwîsteke lawaz dide zanîn
Îlham Ehmed, seroka desteya cîbicîkar ya Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Gardiyan a Birîtanîyayî ragehand, helwêsta Brîtanîyayê, derbarê operasyona Tirkiyê li bakûra Rojhlata Sûriyatê, gelek lawaz bû. Bi gotina wê Birîtanîya ne dixwest dijatya Tirkiyê bike çunku tirsa wê yekê heye, piştî derketinê ji Yekîtîya Ewrûpayê dê lawaz bibe û dimîne bi tenê.
Got jî: Dibe Birîtanîya bixwaze têkilyên xwe bi Tirkiyê re xweş bike; piştî ku ji Yekêtîya Ewrûpayê derdikeve û ev yek jî cihê nîgeranîyê ye.
Ehmed herweha got: Tirkiya tawanên cengî encam dane û operasyona wê bûye sedema awarebûna 400 hezar kesan .
