• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji civaka navdewletî xwest alîkarîya koçberan bikin

Gulan Media November 10, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî ji civaka navdewletî xwest alîkarîya koçberan bikin
Îro danê sibê Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû devera Berdereş ya Duhokê û serdana kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê, yên ku ji ber êrişên Tirkiyê derbider bûne, kir û ji rewşa koçberan pirsî.

Mesrûr barzanî, serokwezîrê herêma Kurdistanê di gel Rêber Ehmed wezîrê Navxwe yê hikumeta Herêmê û Ferhad Etrûşî parêzgerê Duhokê, seredana kempa Berdereş ya awareyên rojavayê Kurdistanê kir, ku armanc jê haydarbûn bû li ser rewşa kempê û pêdivîyên awareyan.

Mesrûr Barzanî li wir daxuyaniyek da û got, Herêma Kurdistanê li ser xizmetkirin û hewandina koçberan berdewam e. Her çi qas ev kar zehmet be jî lê dîsa jî çi ji destê me were emê xizmeta xûşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, niha milyonek û 100 hezar koçber li Herêma Kurdistanê hene û got, her sal herî kêm yek û nîv milyar dolar bo koçberan pêwîst e, ev jî barê hikûmeta Kurdistanê giran û zehmet dike. Loma divê NY û dezgehên navdewletî alîkariya Kurdistanê bikin. Bi taybet ku niha werza sermayê nêzîk dibe divê di xema koçberan de bin.

Waar.tv
Top