• Thursday, 12 February 2026
logo

Herêma “Île de France” ya Fransa dixwaze bi pirojeyekê alîkariya Kurdistanê bike

Gulan Media November 10, 2019 Nûçe
Herêma “Île de France” ya Fransa dixwaze bi pirojeyekê alîkariya Kurdistanê bike
Herêmeka Fransa dixwaze bi pirojeyekê alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Fransa, Elî Dolemerî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, wî bi serokê herêma Île de France, Valêrie Pêcresse re hevdîtin kiriye. Di civînê de serokê wê herêma Fransa jê re gotiye ku ew dixwazin bi pirojeyekê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Elî Dolemerî li ser naveroka wê pirojê jî gotiye, ew dixwazin rêkeftina hevkarî û dostaniyê bi Herêma Kurdistanê re îmze bikin, ji ber wê jî dixwazin di demek nêzîk de serdana Hewlêrê bikin.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê daye zanîn, ew herêma Fransa her wiha dixwaze alîkariya koçber û penaberan bike yên ku li Herêma Kurdistanê ne, her wiha pirtûkan û çavkaniyan pêşkêşî dibistana fransî û pişka zimanê fransî li zankoya Selahedîn bike.

Herêma Île de France ketiye bakûrê Fransa. Navenda wê herêmê, paytexta Fransa/Parîs e. Nifûsa wê nêzîkî 11 milyonan e. Ji 25 bajar û bajarokan pêk hatiye, 317 nahiyên wê û 1281 gundên wê hene.

Basnews
Top