• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiya bîranîna ji dayikbûna Pêxemberê Misilmanan kir

Gulan Media November 9, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiya bîranîna ji dayikbûna Pêxemberê Misilmanan kir
hêviya aramî û aştiyê bo deverê dike
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Bi hêviya ev helkefta pîroz sedemeke dinê bihêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bê.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz ji bo gelê Kurdistan û navçeyê bi giştî bibê cihê xweşî û xêr û bereketê û bibê dawiya zulm û tundî û çewsandin û asîmîlekirina mîlletan.

Welselamun aleykum we rehmetullahû webereketuhu

Mesûd Barzanî

09.11.2019
Top